• Thursday, 19 February 2026
logo

Barzanî tenê pîrozbahiya MHP’ê nekir

Gulan Media November 5, 2015 Nûçe
Barzanî tenê pîrozbahiya MHP’ê nekir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jiber encamên hilbijartinê peyama pîrozbahiyê sand ji her yek Ak Partî, CHP û HDP ‘ê re lê partiya netewperest MHP’ê re peyam neşand.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja dûşem 02.11.2015 bi peyamên cûda pîrozbahiya serkeftinê li hilbijartinê pêşkêşî her yek ji Ahmed Davudoglu Serokê Partiya Dad û Geşepêdan (AKP) û Kemal Kiliçdaroglu Serokê Partiya Gelê Komarî (CHP) û Selahaddîn Demîrtaş Hevserokê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) kir û têda pîrozbahiyê li Serok û serkirdayetî û endam û alîgirên wan sê partiyên Tirkiye kir.

Barzanî pîrozbahî li partiya netweperest MHP’ê nekir ku wan jî benda ji sedî 10 ya hilbijartinan derbas kirin û Karin bikevin parlamenê.

Hêjayê gotinê ye ku medyaya Tirkiyê ev yek weke ‘’Barzanî tenê pîrozbahiya partiyekê nekir’’ weşandin.

Basnews
Top