Nêçîrvan Barzanî: Em kontirola petrolê nadin dest Bexda
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand ku Herêma Kurdistanê kontirola petrolê nade dest Bexda û siyaseta Herêma Kurdistanê di warê petrolê de şikestin naniye.
Nêçîrvan Barzanî, êvara îro 4 Mijdarê beşdarî hevdîtina MERI2015 li bajarê Hewlêrê bû. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de bal kişand ser doseya abûrî û petrol Herêma Kurdistanê û got: “Tevî pirsgirêkên Herêma Kurdistanê barê 1 milyon û 700 hezar penaber jî hewandiye, herwiha bi dirêjeya hezar û 100 km şer li dijî DAIŞê dike, bi ser de jî pirsgirêka abûrî jî heye, lê belê tiştê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê wê bike.”
Herwiha tekez kir:“Siyaseta me di warê petrolê de ne şikestiye, lêbelê nirxê petrolê bandorek mezin li Herêmê Kurdistanê bitaybet û li Iraqê bi giştî kiriye.
Ji aliyekî din ve Barzanî got: “Me bingehek abûrî bi hêz avakiriye, hin tişt hene ne di dest me de ne, wek nirxê petrolê, lê mixabin Bexda wiha têgihştiye ku ti riyên din li pêşiya me nînin.”
Herwiha Nêçîrvan Barzanî got: “Em dixwazin çareyekê ligel Bexda bibînin, lê heger nebû em çi bikin? em carek din kontirol kirina petrolê nadin dest Bexda, li ser nirx û piroseya şandinê û hemû tiştên din razîne, lê em kontirola petrolê nadin dest wan, ew jî sedema wê heye, em nikarin li kesên bê bawerî berdewam bin, me berî niha rêkeftin kiribû lê tiştek bicînebû.”
Basnews
