YPGê hejmarek zarok ji nav refên xwe derdixe
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Kantona Cizîrê hejmarek endamên xwe yên jêr 18 salî ji nav refên xwe dûrdixe.
Komîta Çavdêrî û Şopandinê li ser endamên YPGê 21 endam ji ber ku temenê wan wan di jêr 18 salî de bûn ew ji nav refên YPGê dûr xistin.
YPGê ku tê znîn wek hêza çekdar a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tê tuhmet bar kirin bi birina zaroka bo xizmeta leşkerî di nav refên YPGê de bikin, û raportên rêxistinên mafê mirovan YPGê bi wê yekê tuhmet dikin.
Di daxuyaniyekê de YPGê ragehand ku: Komîta navborî ew endamên ku ji refên YPGê hatine dûr kirin radestî malbatên wan kirine.
Di 5 Hizêrana 2014 de YPGê rêkeftinek li gel rêxistna “Bangewaziya Cinêvê” imze kir û soz da ku hemî endamên jêr 18 salî ji refên xwe dûr bixe.
Lê gelek raportên rêxistina Human Rights Watch tekez dike ku hîna jî zarok di nav refên YPGê de çekan hildigrin û karên leşkerî dikin.
Basnews
