• Thursday, 19 February 2026
logo

Pêşmerge bi tenê wê beşdarî rizgar kirina Şingalê bibin

Gulan Media October 28, 2015 Nûçe
Pêşmerge bi tenê wê beşdarî rizgar kirina Şingalê bibin


Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Cemal Mihemed ragehand: Bi tenê wê Pêşmerge beşdarî şerê kontirol kirina bajarê Şingalê bibin û wan hemû amadekariyên xwe bo vê yekê kirine.

Ferîq Cemal Mihemed ji BasNews re ragehand: “Rê bi ti hezek din ji bilî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê nayê dan bo beşdar bibe di şerê rizgar kirina bajarê Şingalê ji bin destê çekdarên DAIŞê.”

Navborî eşkere kir ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wek berî niha bê çawa serperiştiya kontirol kirina navçeyên din jî dikir bû, wê bi heman şêweyî serperiştiya hemû pêşveçûn û xebatên Pêşmerge bike.

Ferîq Cemal Mihemed ragehand jî: “Em rê nadin ti hêzek din ku astengiyan bo pêşveçûna Pêşmerge durust bike, di kontirol û azad kirina hemû navçeyên Herêma Kurdistanê, me bi fermî ji PKKê xwestiye ku bila ew hêzê ji ser sînorê Sûriyê neşîne nav Şingalê.”

Basnews
Top