• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Newşîrwan li Silimanî civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Newşîrwan li Silimanî civiyan

Serokwezîrê Kurdistanê û Organîzatorê Goranê civiyan.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Silimanî de îro Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî li gel Organîzatorê tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa civiya.

Di civînê de behsa rewşa siyasî ya Kurdistanê, Îraqê û deverê û herwiha rewşa eniyên şerê dijî terorîstên DIŞIê hate kirin.

Her di civîna han de her du alî behsa prosesa çaksazî û reforman di nava dezgehên hikûmeta Kurdistanê de kirin û balkêşandine ser kêşeyên heyî yên derbarê petrol û dahatên Kurdistanê.

Top