Pevçûn li Şinoya Rojhilatê Kurdistanê
Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) dibêje, îro danê sibê hêzên Îranê teqe li 3 welatiyên Kurd ên bajarê Şinoya Rojhilatê Kurdistanê kirin û kesek kuştin.
Li gor malpera fermî ya PDKÎyê, seat 2ê şevadin li navçeya Nalos a ser bi Şinoya Rojhilatê Kurdistanê ve di navbera hêzên Îranê û çend kesan de şer û pevçûn çêbûye.
Hat ragihandin, di wê bûyerê de hêzên Îranê teqe li 3 kesan kirine ku welatiyên bajarê Şinoyê bûne û di encama teqeya hêzên Îranê de kesek hat kuştin.
Li gor pêzanînan, hêzên Îranê karîn e kesek din desteser bikin û kesê 3yem jî kariye xwe rizgar bike û ji dest hêzên Îranê filîtiye.
Herwiha hat ragihandin, di pevçûnan de 2 kes ji hêzên polîsê Îranê jî birîndar bûne.
Rayedarên PDKÎ û PDK ên Rojhilatê Kurdistanê ragihandin, derbarê wê bûyerê de ti pêzanînên hûr û piştrastkirî di ber destê wan de nîne û ti pêzanîn ji wan re nehatiye ku nîşan bide pêşmergeyên wan bi hêzên Îranê re şer kiribin.
