• Wednesday, 18 February 2026
logo

Frensa: Iraq û Sûriyê bêhtir tên dabeşkirin

Frensa: Iraq û Sûriyê bêhtir tên dabeşkirin
Heger çalakiyên çekdarên Rêxistina Dewleta Islamî (DAIŞ)ê zêdebibin û bi hêztir bibin rê bêhtir li pêşiya perçebûna Iraq û Sûriyê û komkujiyan vedibe.

Di daxuyaniyekê de ji bo rojnemevanan wezîrê derve yê Frensa li bajarê Parîsê rexne li hikûmeta Iraqê kir ku bi wan mercan êrîşên ezmanî birin ser DAIŞê, ku li Bexdayê hikûmetek niştimanî pêk bê û hemî pêkhateyan li xwe bigre, lê belê heta nihajî hikûmeta Iraqê ew armanc pêknaniye û got jî: “Ew rêkeftin şeriyetek dabû ku rolekî mezin bide hêzên leşkerî li wê navçeyê lê mixabin ew nebû û divê rêz bêhtir li wê rêkeftinê bê kirin”

Biryare serê meha bê civînek dinavbera welatên hevpeyman li dijî DAIŞê ku Amerîka serkirdeyatiya wê dike li Frensa darkeve, bi beşdarbûna 24 welatan, lê belê hîna eşkere nebûye ku wê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê beşdar bibe yan na.

Basnews
Top