6 hezar serbazên iraqî li hember 150 çekdarên DAIŞê reviyane!
Şêwirmendê berê yê artêşa Iraqê Elî Xizêrî ji televîzyona CNN re ragihand, ew li ser şerê Iraqê bi taybet li ser ketina bajarê Rumadî bi gellek rayedar û berpirsên iraqî re rûniştiye û wiha got:
“Tiştên ku wan ji min re gotin birastî ziravê mirov diqetîne. Hinek tişt gotin ku min di şerê navxwe yê Iraqê yê di heyama salên 2006 û 2007ê de jî nebihîstibû.”
Elî Xizêrî eşkere kir ku rayedarekî kurd jê re gotiye, di şerê Rumadî de 6 hezar serbazên iraqî li hember 150 çekdarên DAIŞê li ber xwe nedane û reviyane û wiha axivî:
“Girtina Rumadî ji aliyê DAIŞê ve şikestinek mezin e ji bo Iraq û civaka navdewletî. Vê bûyerê nîşan da ku ev arîşe bi rêbazên leşkerî nayê çareserkirin.”
Li ser şandina milîsên şîe bo standina bajarê Rumadî ji DAIŞê jî wî şêwirmendê artêşa Amerîka got, DAIŞ nûnertiya grûpekî dike û divê were şikandine lê milîsên şîe nikarin DAIŞê bişkênin.
Bajarê Rumadî yê Iraqê roja 17ê vê mehê ji aliyê DAIŞê ve hat girtin.
Rudaw
