• Wednesday, 18 February 2026
logo

Pêşmerge bû hêviya ereban jî

Pêşmerge bû hêviya ereban jî
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku li ser daxwaza Qralê Urdunê Qral Abdullah bi mebesta beşdariya Lutkiye Forûma Aboriyê çû Urdunê da zanîn ku cîhan bi heyranî li serkeftinên Pêşmergeyên kurd temaşe dike.

BasNûçe / Stenbol - Êrîşên DAİŞ’ê yên ku li Rojhalata Navîn dewletên weke İraq û Suriye dane ber xwe û tirsê li ser herêmê direşîne dibe sedem ku erebên li herêmê jî berê xwe bizivirînin Pêşmerge û êdî Pêşmerge bo xwe wek parêzvan û hêviyekê bibînin. Rastiya ku DAİŞ’ê niha piraniya erdê Suriye’yê zeft kiriye û eyaleta herî stratejîk a nêzikî Bexda’yê RAmadî jî qontrol kir, wek têkçûna İraqê tê nirxandin. Ji ber ku li Rojhilata Navîn tekane hêza ku li hemberî DAİŞ’ê bi ser dikeve û dikare xaka xwe biparêze Pêşmerge ye, awareyên ku ji ber DAİŞ’ê direvin jî xwe dispêrên Kurdistanê û Kurdistan êdî bi awayekî fiîlî weke dewletekê tevdigere.

Tirsa DAİŞ’ê ya ku li ser rejîmên ereb ên li herêmê her gur dibe bi ketina Ramadî ya İraqê û Palmira ya Sûriye’yê re gihîşt asta herî bilind û serkeftinên Pêşmergeyên kurd ên li hemberî DAİŞ’ê jî niha bo ereban jî dibin cîhê hêviyê. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku li ser daxwaza Qralê Urdunê Qral Abdullah bi mebesta beşdariya Lutkiye Forûma Aboriyê çû Urdunê da zanîn ku cîhan bi heyranî li serkeftinên Pêşmergeyên kurd temaşe dike.

Barzanî ku di hevdîtina bi Obama re vîna serxwebûnê bo meqamên DYA’yê ragihand, piştî vegerê jî hemû partiyên li Parlemena Kurdistanê re civiya û di derheqê serdana xwe de ew agahdir kirin. Di civînê de Barzanî got, “Heke hun li pişt min bisekinin ezê serxwebûnê ragihînim” û pişt re jî bo beşdariya foruma aboriyê berê xwe da Urdunê.

Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî bi boneya beşdariya Lûtkeya Forûma Abori ya Afrîkaya Başûr û Rojhilata Navîn ya Cîhanê çû Amanê û li wir bi Kral Abdullahê 2. ê Urdunê re li hev rûnişt. Herwiha Rawêjkarê Giştî yê Asayîşa Kurdistanê Mesrûr Barzanî û endamên Dîwana Serokatiyê jî di nava şandeyê de cîh girtin.

Di hevdîtina ku li Qesra Qraliyetê di atmosfereke germ de derbas bû de Qral Abdullah da zanîn ku ewê di warê şerê bi DAİŞ’ê re piştgiriya Kurdistanê bikin. Di hevdîtinê de herwekî din mijarê weke têkoşîna bi ‘terorîzmê’ re û têkiliyên di navbera herdû aliyan de hatin rojevê. Qral Abdullah diyarkir ku daxwaza wan ew e ku Herêma Kurdistanê û İraq bigihîje îstiqrar û ewlehiyê û ragihand ku ewê bo vê jî piştgiriya xwe bidomînin. Barzanî jî di hevdîtinê de daxwaza xwe ya di warê pêşxistina pêwendiyên herdû aliyan de anî ziman.
Li aliyê din Barzanî bi gelek serok û rêvebirên dewletên ku beşdarî lûtkeyê bûn re jî hevdîtin pêk anîn. Barzanî bi Serokomarê Misirê Abdulfettah Sisi û Serokê Dewleta Filîstînê Mahmûd Abbas re jî hevdîtin pêk anî. Di herdû civînan de jî meseleyên weke ‘ewlehiya İraq û Kurdistanê, têkoşîna bi ‘terorê’ re û serkeftinên Pêşmerge yên ku di şerê DAİŞ’ê de derdikevin hatin nirxandin.

Barzanî pişt re jî Cîgirê Serokê Parlemena İraqê Selim Cuburi û cîgirê serok Baha Araci jî qebûl kir. Bo civîna ku di 21-23’ê Gulanê bi mijara, “Lêgerînên nû yên bo aştiya herêmê, piştevanî û pêketina sektorên giştî û taybet” hat lidarxistin ji 50 welatî nêzî hezar siyasetmedar, karmend û rêvebirên dewletan amadebûn.

Barzanî beriya ku ber bi Urdunê bi rêkeve jî bi fermandarên Pêşmerge yên ku li eniyên şer dimînin re jî li hev civiya û li ser rewşa eniyan niqaş hatin kirin. Barzanî di axaftina xwe ya li vir de da zanîn ku hemû cîhan serkeftin û ‘qehremantiyên’ Pêşmerge bi heyrani dişopîne û temaşe dike. Di daxuyaniya ku li Ofîsa Serokatiyê ya li Selahaddînê pek hat de hate ragihandin ku di civînê de rewşa dawî ya şer hatiye nîqaşkirin û herwiha di derheqê pêdiviyên Hêzên Pêşmerge de jî raportek pêşkêşî Barzanî hatiye kirin.

Li aliyê din pispor jî balê dikşînin ku piştî ku DAİŞ’ê Ramadî û Palmira qontrol kir pêşketin û serkeftinên Pêşmerge yên li hemberî DAİŞ’ê bêhtir hatine xuyakirin û ew bêhtir bala cîhanê dikêşin. Tê gotin ku operasyonên Pêşmerge yên ku bi awayekî serkeftî li hemberî DAİŞ’ê pêk tên dibe sedem ku rejîmîn ku di bin gefa DAİŞ’ê de ne bêhtir xwe nêzikî Kurdistanê bikin. Ew rastî jî dibe sedem ku Barzanî li lûtkeya aboriyê ya li Urdunê weke tekanê kesê ku li hemberî DAİŞ’ê serkeftiye tê pêşwazîkirin.

Artêşa Netewî: Yekbûn di navbera Pêşmergeyên PDK û YNK’ê de

Li aliyê din di warê civandina hemû Pêşmergeyan a di bin bana Wezareta Pêşmerge de jî gaveke mezin hate avêtin. Li gor biryara Parlemena Kurdistanê ya ku di 22 Temûza 2013’an de hatibû girtin70. Hêza Pêşmergeyên PDK û 80. Hêza Pêşmergeyên YNK’ê dema 6 mehî ya ku hatibû diyarkirin bi dawî bû. Herwiha ew hêzên ku her yek ji wan dora 100 hezar Pêşmerge dihewînin ku mezintirîn yekîneyên Pêşmerge ne di bana Wezareta Pêşmerge de hatin civandin. Biryara ku di derbarê mijarê de hatibû girtin ji aliyê parlemenê ve hatibû pejirandin arasteyî serokwezîrê heremê hat kirin û ji liyê serokwezîr ve jî hat pesenkirin. Biryar bo Wezareta Pêşmerge hat şandin.

Qomîsyona Qanûna Esasî zelal bû

Li aliyê din navên ku wê di qomîsyona amadekar a makeqanûna nû ya Kurdistanê ku çavlirê ye ku mijarên weke hilbijartinên sorakatiyê û referandûmê jî zelal bike hatin diyarkirin. Çavlirê ye ku qomisyon di nava 3 mehan de qanûna esasî ya nû binivîse. Di civîna ku bi hinceta mijarê li Parlemena Kurdistanê hatlidarxistin de navên ku ji alî partiyêns iyasî ve hatibûn pêşniyazkirin hatin pejirandin. Di nava qomîsyona amadekar de ji hemû partiyên siyasî endam cîh digirin.

Ji YE’yê birayara vekirina nûnertiya li Hewlêrê

Herwiha pêngavên Hewlêrê yên di warê dîplomasiyê de jî bê navber didomin. Gaveke balkêş ya di derbarê dîplomasiya kurdan de jî ji aliyê Yekîtiya Ewropa ve (YE) hat avêtin. Piştî biryara YE’ê ya ku wê êdî ji bo hemû civînên xwe yên fermî nûnertiya Kurdistanê ya Ewropa jî bê vexwendin vê carê jî YE biryar da ku li Hewlêrê nûnertiya xwe veke. Serokê Delgasyona İraqê ya YE’ê Jana Hybaskova beriya çend rojan bi Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî ve civînek pêk anî û da zanîn ku planeke wan a ku li Hewlêrê nûnertiya YE’yê vekin heye. Hat ragihandin ku di warê mijara ku di hevdîtina di navbera Barzanî û Hybaskova de li Ofîsa Serokatiyê ya li Seleheddîn pek hat de di rojên pêş de hin gavên berbiçav bêne avêtin. Hybaskova da zanîn ku bo ku YE û saziyên têkildar karibin bo awareyên ku xwe spartine herêmê kar û piştgiriyê bikin ewê di rojên pêş de hin xebat bêne kirin. Di hevdîtinê de awareyên ku ji ber êrîşên DAİŞ’ê yên li Eyaleta Enbar a İraqê reviyane jî hat rojevê. Hat diyarkirin ku divî İraq û raya giştî ya navnetewî li hemberî ew rewşa awarte ya mirovî bêdeng nemînin û piştgiriya pêwîst bikin. Li aliyê din Barzanî piştî Hybaskova bi Bolyozê İngiltere yê İraqê Frank Baker re jî hevdîtinek pêk anî. Di vê hevdîtinê de jî piştgiriya bo Pêşmerge û pêşxistina herdû paytextan hat rojevê.

Wê bandora Ramadî li ser operasyona Musilê jî bibe

Li aliyê din serekftinên DAİŞ’ê yên ku li herêma Anbarê li hemberî Artêşa İraqê diqewimin jî dibin sedem ku Bexda bigihîje asteke ku êdî nikaribe herêmê bi awaekî fiîlî birêve bibe. Herwiha bi ketina Ramadî’yê ve gotina ‘yekîtiya xaqa Îraqê’ ku bêhtir ji aliyê DYA û Îran û hin dewletên herêmê ve te bilêvkirin jî gihîşt qonaxa dawî. Ji berk u Ramadî bi qasî Musilê herêmeke girîng e bo İraqê û cîhekî stratejîk e, ketina bi ketina wê re êdî tê gotin ku İraq têk çûye. Piştî ku Ramadî bi temamî ket destê DAİŞ’ê tu herêmek di destê sunneyên İraqê de nema. Herwiha Ramadî wek qeleha herî dawî ya di destê sunneyan de dihat binavkirin. Bi ketina Ramadî ya ku 130 km nêzikî Bexdayê ye re bêyî bêşek ji Bexda’yê qet herêmek bi ewle nema ji İraqê. Herwiha piştî ku Suriye bi piranî ket destê DAİŞ’ê û li İraqê jî rewş ew e, tu bawerî bi gotina ‘yekîparçetiya xaka İraqê’ nema. Herwiha nêzikahiya Ramadî’yê ya li gel Bexdayê jî nîşan dide ku wê di demên pêş de Bexda têkeve qefeseke çawa. Li aliyê din bi ketina Ramadî’yê re, plan û amadekariyên bo operasyona Musilê jî neçarî revîzyonê ma û tê ragihandin ku ew operasyon bêyî piştgiriya kurdan êdî pêk nayê.

Basnews
Top