• Wednesday, 18 February 2026
logo

Parlementoya Kurdistanê PKK û PDKI hişiyar kir

Parlementoya Kurdistanê PKK û PDKI hişiyar kir

Parlementoya Kurdistanê daxwaz ji PKK û PDKI kir dest bo çekan nebin.

Duh parlementoya Kurdistanê li dor kêşeyên navbera PKK û PDKI daxuyaniyek weşand û her du alî hişiyar kir ku nabe bi ti awayî li dijî hevûdu dest bi çek bidin.

Parlementoya Kurdistanê bi rêya weşandina daxuyaniyekî eşkere kiriye ku lazime tevahiya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê agehdar bin ku nabe ti kêşeyek bi çek were çareserkirin û lazime tevahiya kêşeyên heyî di bin sêbana nuneratiya gelê Kurd de bi diyalog û danûstandinan werin çareserkirin.

Parlementoya Kurdistanê eşkere kiriye ku di demekî de ku gelê Kurd û Kurdistan di bin metirsiyên teror û terorîstan dene û li deverê de guhertinên mezin hene nabe ti aliyeke Kurdistanî li dijî aliyeke din dest bi çek bibe û hewl bo çareser kirina kêşeyên heyî bi rêya zor û çekan bide û dibe tevahiya kêşeyên heyî di bin sîbana nuneratiya gelê Kurd de bi diyalogê werin çareserkirin.

Top