Zarokên pêşmergeyan: PKK we bikuje jî hûn şerê wan nekin
Penberên Rojhilatê Kurdistanê li kampên li Başûr ji Rûdawê re axivîn û behsa aloziya di navbera PKK û PDKÎ kirin.
Yek ji zarokên wan pêşmergeyn peyamek ji bavê xwe re şand û tê de got: “Şerê Îranê bike, şerê birakujî neke.”
Herwiha zarokek din peyama xwe wiha ji bavê xwe re şand: “Eger PKK we bikuje jî hûn şerê wan nekin.”
Piştî çend rojan ji dorpêçiya li ser hêzên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) li ser sînorê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê gerîlayên PKKê ve, duhî PDKÎ ragihand ku wan gerîlan êriş kirin ser pêşmergeyên wan û li gorî berpirsên PDKÎyê, pêşmergeyek wan şehîd bû û yekîn din jî birîndar bû. Li gorî agahiyan çend gerîlayên PKKê jî birîndar bûne. Şevê din ew dorpêçiya li ser pêşmergeyên PDKÎ hat şikenandin.
Rudaw
