Pisporekî Amerîkî: divê Pêşmerge pirçek bibin
Pisporekî leşkerî Amerîkî di îdareya berê ya Amerîka û wezareta birgiriya wî welatî de, ji Serokê Amerîka Barak Obama dixwaze ku girîngiyê bêhtir bi Kurd û Suneyên Iraqê bide ûhêzên wan pirçek bike.
Di hevdîtinekê de li gel ajansa CNN şêwermendê berê yê wezareta bergirî û şarezayê artêşa Amerîka “Mîşêl Filornoyî” ragihan: DAIŞ metirsiye ne tenê li ser Sûriyê û Iraqê, lê belê ew hereşeye li ser Amerîka û ev jî ji ber çûna hejmarek gelekî mezin ji çekdarên biyanî bo nav refên DAIŞê.
Mîşêl ji îdareya Obama daxwaz kir ku ji bo têşikestina DAIŞê li Iraqê divê Kurd û Suna bên pirçek kirin.
Wezîrê bergiriya Amerîka “Katrîn Aşton” ragihand: Artêşa Iraqê di şerê dijî DAIŞê de bê Îradeye tevî ku hejmar û çekên wan ji yê DAIŞê bêhtirin.
basnews
