• Wednesday, 18 February 2026
logo

Îran Kêleşînê topbaran dike

Îran Kêleşînê topbaran dike

Ji Duh êvarî 24 Gulanê ve topxaneya artêşa pasdaranê Îranê , navçeya Kêleşîn, Xinêre û Seqer topbaran dike û heta niha ziyanên wê toparanê nehatine diyarkirin.

Duh Gerîlayên Partiya Karkirên Kurdistanê PKK êrîşî Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê-Îran PDK-Î li navçeya Kêleşîn kirin û di encam de Pêşmergeyekî PDK-Î canê xwe ji dest da û 3 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Çavkaniyek emnî li sînorê Sîdekan ji BasNews re ragihand ku, piştî wê rûdawê duh êvarî û sibeha Îro 25 gulanê topxaneya Îranê ji sînorê bajarê Şino ser bi parêzgeha Ormiya li Rojhilatê Kurdistanê navçeyên Kêleşîn, Xinêre û Seqer topbaran kirin.

Wê çavkaniyê ji BasNews re tekez kir ku ew dever cihê tevgera koçerane, lê hîna dema vegera koçeran bo wê deverê nehatiye lewma dibe ku ziyanên medenî tine bin.

Basnews
Top