Beriya şer, PDKÎ ji PKKê re name şandibû
Roja pêncşembiya borî (21ê Gulanê), gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li navçeya Keleşînê hêzeke PDKÎyê dorpêç kiribûn û daxawz jê kiribûn, wê navçeyê biterikînin.
Roja 22ê vê mehê jî PDKÎ bi fermî di nameyekê de bersiva PKKê dabû û daxwaza wê red kiribû.
Di wê nameyê de ku nusxeyek ji Rûdawê re hatiye şandin, wiha hatiye gotin: “Em agehdar in we daxawz kiriye hevalên me li cihê ku niha dimînin, derkevin. Ew daxwaz eger bi mebesta vekişîn û vegerîna hêzên me be û ji bo rêgirtin li xebata me li Rojhilatê Kurdistanê be, ew yek aşkere ye ku PDKÎ nikare wan cure guvaşan qebûl bike, lê eger di çarçoveya pêwendiya dostane de be, dibe ku em bi civîn û lihevtêgihîştinê bi hev re rêyekê bo çareserkirina wê mijarê bibînin.”
Bepirsên PDKÎyê dibêjin, piştî derbasbûna du rojan bi ser şandina wê nameyê de, PKK ti bersivek fermî neda û roja yekşemê (24ê mehê) danê sibê li navçeya Keleşînê êrişî pêşmergeyên wan kirine.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê PDKÎyê Hesen Şerefî ji Rudawê re ragihand: “PKKê bersiva nameya wan bi çek da.”
Di êrişa gerîlayên PKKê de, pêşmergeyekî PDKÎyê canê xwe ji dest da û 3 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Keleşîn, ser bi nahiyeya Sîdekan a qeza Soran a li parêzgeha Hewlêrê ye û li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ye.
Her wiha di beşek din ji wê nameyê de hatiye gotin: “Me her ji roja ewil daxawza dîtin û civînên rasterast kir, lê mixabin ti bersivek nebû, yan jî eger hebû, bersiv na bûye. Ew yek jî bi gef xwarinê ku ji pêwendiyên siyasî dûr e.”
Berpirsên PDKÎyê derbarê çawaniya çêbûna wî şerî de tekez kirine, ku wan xwe ji şer diparast û berdewam daxwaza gotûbêjê bi PKKê re dikir. Rayedarên wê partiya Rojhilatê Kurdistanê di nameya xwe ya bo KCKê de gotine: “Em we dilhêsayî dikin, di aliyê me de ti sedemek nîne ku alozî di navbera me de hebe û em hêvîdar in hûn jî bi vî awayî hizir bikin û kiryarekê nekin ku di berjewedniya ti aliyekê me û tevgera kurdî de nebe û em jî neçar nebin di vê bareyê de rastiyan ji raya giştî re aşkere bikin.”
Piştî wê nameyê, duh şer di navbera gerîlayên PKKê û pêşmergeyên PDKÎyê de derket. Di şer de pêşmergeyek canê xwe ji dest da û sê pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Piştî şer û daxuyaniyên PDKÎyê yên derbarê bûyerê de, KCKê jî daxuyanî da. Endamê komîteya pêwendiyên deve yê KCKê Demhat Egîd di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên PDKÎyê berê ji wan re gotibûn, ew dê sînor ji bo derbasbûna bo nava Rojhilatê Kurdistanê bikar bînin û wan jî jê re gotibûn, ti arîşeyek nîn e û her demekê bixwazin dikarin li sînor derbas bibin.
Demhat Egîd her wiha gotibû: “Niyeta PDKÎ li hember navçeyên gerîla xirab bû. Pêşmergeyên PDKÎyê li navçeyê pere û gumrik li xelkê û kolberên ser sînor werdigirt û PKKê jî derbarê wê pirsê de bi rêya çend kes û aliyan hişyarî da wê hêza PDKÎyê û daxwaz ji wan kir, dest ji wan kiryaran berdin.”
Rudaw
