• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rewşa Xênêre û Lolanê arame

Rewşa Xênêre û Lolanê arame
Rewşa Xênêre û Lolanê arame û dawî bi aloziyan hatiye.

Di vê derbarê de Peyamnêrê me yê li deverê eşkere kir ku piştî derketina pevçûneke kurt li devera Kêleşînê di navbera PKK û PDKI de niha rewşa deverê arame û ew aloziya han jî rawestiyaye.

Peyamnêrê me herwiha eşkere kir ku di encama pevçûneke kurt de yaku di navbera PKK û PDKI de qewmiye pêşmergeyek canê xwe ji dest daye.

Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku gerîlayên PKKê daxwaz ji koçerên wan deveran kirine daku ji deverê derkevin jiber ku goman heye şereke mezin li deverê de destpê bike.
Top