PDKÎ: Dibe ku PKK û Îran bi hev re êrişî me bikin
Îro danê sibê li deverên sînorî yên Keleşîn, Xinêre û Seqerê, gerîlayên PKKê êrişî pêşmergeyên PDKÎ kirin. Li gorî agahiyên PDKÎ, heta niha 2 pêşmergeyên wan şehîd bûne.
Li ser şerê han, alîkarê Sekreterê PDKÎ Hesen Şerefî ji Rûdawê re got, helbet di wî şerî de şehîd û birîndar hene lê heta niha em tam nizanin bêjin çend pêşmerge şehîd û birîndar bûne.
Hesen Şerefî diyar kir ku wan pir hewl dan ji bo ku şer çênebe lê mixabin PKK hemû hewlên wan pûç kir û şer derket.
Wî rayedarê PDKÎ anî ziman ku hevdem digel êrişa PKKê li ser hêzên PDKÎ, Îranê jî hêzên xwe li ser sînor kom kiriye û got, ji ber wê jî dibe ku di navbera PKK û Îranê de hemahengiyek hebe.
Li gorî Hesen Şerefî, dibe ku hêzên Îranê jî bi kincên gerîlayên PKKê tevlî şerê han bibin.
Alîkarê Sekreterê PDKÎ anî ziman ku ev cara yekemîn nîne PKK rêya wan digire û got, em şer naxwazin çimkî şer û alozî zirarê dide doza kurd lê eger êrişî me kirin emê xwe biparêzin…
Rudaw
