DAIŞ navbera Iraq û Sûriyê birî
Seroka Komîteya Xalên Sînorî li Encûmena Parêzgeha Enbarê, Sûad Casim îro, 24ê Gulanê, ji medyayê re ragihand ku, hemû hêzên ewlekarî û îdarî yên Iraqî ji xala sînorî ya Welîd vekişiyan, niha jî ew xal di dest çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) de ye.
Bi girtina xala navborî, DAIŞê hemû xalên sînorî yên Sûriyê ligel Iraqê kontrol kir, desthilata hikûmeta Sûriyê jî li ser tu xalekê nema.
Sûad Casim diyar kir jî ku, wan berî niha daxwaza alîkarî û piştgiriyê ji hikûmeta Iraqê kiribû, lê Bexdayê tu hêzek ji bo parastina wê xalê ji êrîşên DAIŞê neşand.
Basnews
