Wezareta Pêşmerge: Em şerê Enbarê nakin
Xalid Ubeydî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Hêzên Pêşmerge beşek in ji pergala bergiriya Iraqê û eger pêwîst bike, emê hevahengiyê ligel wan bikin da ku tevlî şerê azadkirina Enbarê bibin.”
Lê Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cebar Yawer di bersiva gotina Ubeydî de wiha ji Rûdawê re got: “Pêwîstiya Enbarê bi hêzeke din tune ye. Hêza wan mezin e, lewma pêwîstiya wan bi Hêzên Pêşmerge nîne. Lê tenê ji ber xirabiya serkirdatiya şer bajarê Rûmadî ket destê DAIŞê.”
Derbarê sedema beşdarînekirina Pêşmerge di şerê Enbarê de, Cebar Yawer tekez kir ku, “Pêşmerge tevlî wî şerî nabin, ji ber ku ew parêzgeh dûrî Kurdistanê ye û ji aliyê yasayî ve nikarin şerê Enbarê bikin. Eger bi fermî jî daxwaz ji Pêşmerge bikin em tevlî wî şerî nabin.”
Hewlêr û Bexda lihev kirine ku odeya opersyonên hevbeş bo kontrolkirina Mûsilê, lê Yawer dibêje ew ode tenê girêdayî şerê Mûsilê û tê de behsa şerê Enbarê nayê kirin.
Xalid Ubeydî derbarê amadekariyên artêşa Iraqê bo kontrolkirina bajarê Rumadî yê parêzgeha Enbarê ji Rûdawê re ragihand: “Amadekarî berdewam in. Me gellek çek birine bo navçeyên Xalîdiye û Hebaniye û em berdewam in jî li ser şandina çekan bo wê operasyonê.”
Ubeydî di bersiva pirsa Rûdawê de, derbarê alîkariyên Amerîka û şandina hêzên bejayî yên wî welatî bo girtina derxistina Enbarê ji destê DAIŞê, wiha got: “Iraq biryarê li ser vê yekê dide ne Amerîka.”
Herwiha Xalid Ubeydî hebûna şêwirmendên Îranê di şerê Enbarê de red kir.
Wezîrê Bergiriyê derbarê vekişîna artêşa Iraqê ji Rumadî û girtina wî bajêrî ji aliyê DAIŞê ve, wiha got: “Ew fermandarên ku bûne sedema wê yekê dê bên darzanîn û komîteyeke pilebilind ji aliyê Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî ve bo vê mebestê hatiye pêkanîn.”
Di roja 17ê vê mehê de, piştî ku hêzên Iraqê xwe ji bajarê Rumadî (navenda parêzgeha Enbarê) vekişandin, çekdarên DAIŞê bajar bi tevahî girtin.
Parêzgeha Enbarê mezintirîn parêzghea Sunniyên Iraqê ye û niha zêdetirî %90ê axa wê parêzgehê di bin destê rêxistina DAIŞê de ye. Giringitirîn navçeyên wê parêzgehê û bi taybet sînorê navbera Iraq û Sûriyê bi tevahî ketine destê wê rêxistinê.
Hat zanîn ku hêzên artêşa Iraqê bi alîkariya milîsên şîe û çekdarên eşîran devera Hisêbiye ya nêzîkî bajarê Rumadî yê Iraqê ji DAIŞê standine.
Li gorî medyaya iraqî, şer û operasyona standina bajarê Rumadî û parêzgeha Enbarê ya Iraqê ji çekdarên DAIŞê îro dest pê kir.
Li gorî agahiyan, hêzên artêşa Iraq bi alîkariya milîsên şîe û eşîrên parêzgeha Enbarê navçeya Hisêbiye (7 km dûrî Rumadî ye) li nêzîkî bajarê Rumadî ji DAIŞê standin.
Hat gotin ku şer û pevçûn di navbera her du aliyan de didome.
Milîsên şîe piştî ketina Rumadî li nêzîkî bajêr li kampa Hebaniyê bicîh bibûn. Tê gotin derdora 3 hezar milîsên şîe di operasyona Rumadî de beşdar in.
Rojnameya Financial Times a Birîtanî behsa metirsiyên pêveçûnên çekdarên rêxistina DAIŞê dike û tekez dike ku, ew çekdar bi rêya parêzgeha Enbarê xwe bigihînin Bexdayê.
Financial Times di hejmara xwe ya îro de, di bi navê Metirsiyên Pêşveçûnên DAIŞê li Iraq û Sûriyê de, ragihand: “Ketina bajarê Rumadî yê Iraqê û bajarê Tedmurê yê Sûriyê ji aliyê DAIŞê ve, tenê piştî çend hefteyan ji derxistina wê rêzistinê ji bajarê Tikrît ê nava Iraqê, hat.”
Wê rojnameyê wiha got: “Rumadî paytexta parêzgeha Enbarê ye, ku sînorê wê parêzgehê bi Iraq û Sûriyê re ye û ew çekdar dikarin bi rêya Enbarê re xwe bigihînin Bexdayê.”
Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Giştî yê Rêxistina Bedir û Berpirsê Hêza Heşdul Şeibî yên şîeyan, Hadî Amirî îro di daxuyaniyekê de li metrisiya DAIŞê li ser Bexdayê mikur hat û hişyarî da û got: “Eger em bilez vê metirsiyê dûr nexin, dê bajarê Bexdayê jî bigire.”
Rudaw
