• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî û Serokê Korbenda Aboriya Cîhanî civiyan

Serok Barzanî û Serokê Korbenda Aboriya Cîhanî civiyan
Roja şemî 23.05.2015 li çarçêweya Korbenda Aboriya Cîhanî ya li Deryaya Mirî ya Şahnişîna Urdinê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Profesor Klaws Şuweb Serokê Korbenda Aboroya Cîhanî civiya.

Li vê kombûnê da Serokê Korbenda Aboriya Cîhanî spasî Serok Barzanî kir ji bo beşdarbûna li Korbenda Aboriya Cîhanî ya li Deryaya Mirî ya Şahnişîna Urdinê û her wiha bi girîngiyê ve behsa rola Herêma Kurdistanê ya li rûbirûbûna terorê da kir û balkişand li ser girîngiya berdewambûna Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê ya li dîtina rola xwe ya ji bo çareserkirina qeyran û kêşeyên navçeyê.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de behsa rewşa koçberan û her wiha kêşeyên aboriyên Herêma Kurdistanê kirin û Serokê Korbenda Aboriya Cîhanî soza ewe da ku li rêya Korbenda Aboriya Cîhanî û wan peywendiyên ku heye yarmetiya Herêma Kurdistanê bide.

Rudaw
Top