Daxuyaniya KCKê li ser aloziya navbera PKK û PDKÎ
Li gorî medyaya nêzîkî PKKê, endamê komîteya pêwendiyên derve ya KCKê Demhat Egîd li ser aloziya di navbera PKK û PDKÎ de gotiye, em naxwazin di navbera me û PDKÎ de şer û alozî çêbibe.
Demhat Egîd diyar kir ku hêzên PDKÎ beriya niha ji wan re gotibûn ku ew dixwazin derbasî nav Rojhilatê Kurdistanê bibin wan jî gotine her gava bixwazin dikarin ji wê deverê re derbas bibin.
Li gorî wî rayedarê KCKê, niyeta pêşmergeyên PDKÎ li hember gerîlayên PKKê xirab bûye û xwestine li wê deverê gumrik û pere ji welatî û kolberan bistînin, PKKê jî bi rêya hinek kesan ji wan xwestibû vî karî nekin.
Îro danê sibê li devera sînorî ya Keleşînê di navbera pêşmergeyên PDKÎ û gerîlayên PKKê de şer deket.
Li gorî rayedarên PDKÎ, di wî şerî de du pêşmergeyên wan şehîd bûne.
Rudaw
