• Wednesday, 18 February 2026
logo

Helwesta PDK û YNK li ser aloziya navbera PKK û PDKÎ

Helwesta PDK û YNK li ser aloziya navbera PKK û PDKÎ
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku, şerê navxwe li Kurdistanê pir xerab e. Herwiha Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tekez kir ku, eger pirsgirêkek di navbera hêzên kurdistanî de hebe, divê bi rêya danûstandin û gotûbêjan were çareserkirin.

Piştî çend rojan ji dorpêçiya li ser hêzên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) li ser sînorê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê gerîlayên PKKê ve, îro PDKÎ ragihand ku, wan gerîla êrişî kirin ser pêşmergeyên wan û li gorî berpirsên PDKÎyê, 2 pêşmergeyên wan şehîd bûne.

Kargêrê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Hakim Qadir Hemecan derbarê helwesta partiya xwe ji wê bûyerê ji Rûdawê re ragihand: “Em dibînin ew kar ne baş e. Em hêvîdar in bi rûniştin û danûstanê ew pirsgirêk were çareserkirin. Ew serdem çûye ku kurd birayê xwe yê kurd bikuje û şerê navxwe derkeve, ji ber ku di roja îro de ev şer tenê ziyanê digihîne me.”

Hakim Qadir wiha domand: “Em hêvîdar in ku, eger pirsgirêkek di navbera hêzên kurdistanî de hebin, bi rêya danûstandin û gotûbêjan were çareserkirin.”

Herwiha Endamê Polîtboriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Kakemîn Necar ji Rûdawê re ragihand: “Şerê navxwe li Kurdistanê pir xerab e. Her kes bike û li kîja cihî were kirin, xerab e.”

Kakemîn Necar wiha got: “Ev alozî tenê bandorê li ser Başûrê Kurdistanê nake, lê belê şerê kurd ligel kurdan bandoreke xerab dirust dike, ku li her kîja cihî be. Li Tirkiyeyê be yan li Îranê be yan jî li vir be, ku dibe şerê navxwe û tiştekî pir xerab e. Em ne ligel wê ne.”

Rudaw
Top