Gerîla êrîş dikine ser Pêşmergeyên PDK.Î
Demjimêr 08:00 ji sibeha îro, 24ê Gulanê, gerîlayên Partiya Karerên Kurdistanê (PKK) ji 3 aliyan ve êrîşî ser Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê-Îran destpêkirin.
Ev 3 roj bûn ku hejmarek ji Pêşmergeyên PDK.Î bi mebesta encamdana çend çalakiyên leşkerî û siyasî çûbûn navçeya Kêleşîn, li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, ya ser bi bajarê Şino yê ser bi parêzgeha Ormiyê ve, lê gerîlayên PKK rêgirî li wan kiribûn û xistibûn bin dorpêçê.
Ligel BasNewsê bin, berdewam zanyariyên bêhtir bela dikin….
basnews
