PDKÎ: Em naxwazin şerê me û PKKê çêbibe
Gerîlayên PKKê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li devera Keleşînê ji roja 21ê vê mehê hêzeke PDKÎ dorpêç kirine.
Li gorî agahiyên Rûdawê, ew hêza PDKÎ zêdetirî 15 rojan e li devera sînorî ya Keleşînê bicî bûye û heta niha çend caran di navbera wan û gerîlayên PKKê yên li wir de nakokî derketiye.
Ew pêşmergeyên PDKÎ ji bo vekirina baregehekê çûne devera Keleşînê lê gerîlayên PKKê ji wan re gotine, wê deverê vala bikin û bêyî rizamendiya wan li ser sînor negerin û ti baregehekê jî venekin her wiha nabe ti çalakiyeke çekdarî jî pêk bînin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, lê pêşmergeyên PDKÎ li ser biryara xwe rijd bûne ji ber wê jî di navbera wan û gerîlayên PKKê de sê caran alozî derketiye.
Şeva borî Polîtburoya PDKÎ li ser wê kirîzê bi awayekî awarte civiya. Li gorî agahiyên Rûdawê, PDKÎ ragihandiye ku ew dixwazin bi awayekî nerm nêzîkî vê aloziyê bibin û nehêlin şerê birakujî di navbera her du aliyan de derkeve.
Basnews
