• Wednesday, 18 February 2026
logo

Helwesta NY li ser çekdarkirina Pêşmerge hat guhertin

Helwesta NY li ser çekdarkirina Pêşmerge hat guhertin
Encumena Asayişa Navdewletî ragihand, her welatê ku çekan bide rêxistin û komên radîkal ên mîna DAIŞê dê were cezakirin lê encumenê şandina çek bo hêzên mîna Pêşmerge yên ku dewleta wan tine jî, qedexe nekir.

Encumena Asayişa Navdewletî li ser belavbûna çekên nîvgiran û sivik li cîhanê biryarek da. Li gorî wê biryarê, welatên ku çekên nîvgiran û sivik didin rêxistinên radîkal ên mîna DAIŞê dê di warê aborî de bên cezakirin.

Seroka Encumena Asayişa Navdewletî Raimonda Murmokaitė li ser vê yekê ragihand ku divê çekên sivik û nîgiran nekevin destê rêxistinên terorîstî, qaçaxçiyan û komên neyar û got, ji ber ku ew ti sînoreke navdewletî li ber çavan nagirin û li her derî şer dikin.

Li gorî lêkolînan, niha li cîhanê 875 milyon çekên sivik heye û salane nêzîkî 12 milyar fîşek tê çêkirin. Welatên endamên Encumena Asayişa Navdewletî dibêjin, nabe ew çek bikevin destê rêxistinên neyar û radîkal.

Rûsya û Çînê biryara encumenê veto nekirin lê piştgiriya wê jî nekirin. Çîn û Rûsya li dijî wê bûn ku çek bo hêz û aliyên ku dewleta wan tine, bê firotin lê pêşniyara wan hat redkirin.

Di biryara Encumena Asayişa Navdewletî de şandina çek bo hêzên mîna Pêşmerge û artêşa azad a Sûriyê ku hêzên bê dewlet in, nehat qedexekirin.

Ev jî nîşan dide helwesta Netewên Yekbûyî (NY) li ser çekdarkrina Pêşmerge hatiye guhertin çimkî hefteya borî rayedarekî NY ji Rûdawê re gotibû, NY li dijî wê ye çek yekser ji Pêşmerge re bê şandin.
Top