DAIŞê berê xwe da Bexdayê!
Jêderekî ewlehiyê li fermandehiya operasiyona parêzgeha Enbarê duh (22ê vê mehê) ragihand: "çekdaêrn DAIŞê li navçeyên Xesfe û riya navdewletî û navçeya Mezrea, êriş kirin ser hêzên ewlehiyê yên Iraqê û piştî şer û pevçûnên dijwar bi hêzên Iraqê re karîn kargeha qîrê ya li bajarokê Hedîse li rojavayê parêzgeha Enbarê bixin bin kontrola xwe."
Li gor gotina wî jêderî, hêj şer û pevçûn li navçeyê di navbera hêzên Iraqê û çekdaêrn DAIŞê de berdewam e û di encama şer de 9 çekdarên wê rêxistinê hatine kuştin û çend otomobîlên serbazî yên wan jî hatine rûxandin.
BBC jî duh ragihandibû, DAIŞê piştî şerekî dijwar kariye xeta bergiriya hêzên Iraqê li nêzîkî Hebaniyê li rojhilatê bajarê Rumadî bişkîne û ber bi Bexda û Felûceyê ve pêşde biçe.
Hebaniye bajarokekî 20 hezar kesî ye ku tê de binkeyeke mezin a artêşa Iraqê û milîsên Şîe yên Heşda Şeibî li wir heye û hêzên Iraqî dixwazin ji wir ve pilana êrişa bo ser DAIŞê û rizgarkirina bajarê Rumadî cîbicî bikin.
Di roja 17ê vê mehê de, piştî ku hêzên Iraqê xwe ji bajarê Rumadî (navenda parêzgeha Enbarê) vekişandin, çekdarên DAIŞê bajar bi tevahî girtin.
Parêzgeha Enbarê mezintirîn parêzghea Sunniyên Iraqê ye û niha zêdetirî %90ê axa wê parêzgehê di bin destê rêxistina DAIŞê de ye. Giringitîn navçeyên wê parêzgehê û bi taybet sînorê navbera Iraq û Sûriyê bi tevahî ketine destê wê rêxistinê.
Rudaw
