Helwesta PDKÎ li ser dorpêçkirina pêşmergeyên xwe ji aliyê PKKê ve
Gerîlayên PKKê ji roja 21ê vê mehê ve li ser sînorê Başûr û Rojhilat û li devera Keleşînê, komek pêşmergeyên PDKÎ bi hêceta ku “guh nedane PKKê” dorpêç kirine.
Rayedarên PDKÎ jî ji bona çareserkirina vê kirîzê, şeva borî civiyan lê piştî civînê ti daxuyanî û biryarek nehat dayîn.
Li gorî agahiyên Rûdawê, PDKÎ li benda hewlên hundirîn e ji bo çareserkirina kirîza dorpêçkirina pêşmergeyên xwe.
Tê gotin ku ew pêşmergeyên PDKÎ yên ku ji aliyê PKKê ve hatine dorpêçkirin, dixwazin li ser sînorê Başûr û Rojhilat bicî bibin lê PKKê nahêle.
Rudaw
