• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hikûmeta Iraqê Xûrmato ji parêzgeha Selahedîn cuda dike

Hikûmeta Iraqê Xûrmato ji parêzgeha Selahedîn cuda dike
Di serdema hikûmeta serokwezîrê Iraqê yê berê “Nûrî Malikî” de hewlekî mezin hebû ku Xûrmato bikin parêzgehek serbixwe.

Wezareta Şarewaniyên Iraqê rêveberiya Şarewniya Xûrmato ji îdareya parêzgeha Selahedîn cuda kir û wek rêveberiyek serbixwe da nîşan û têkiliya wê bûn li gel Bexdayê.

Endamê encûmena şarewaniya bajarokê Xûrmato “Sebah Husên” ji BasNews re ragihand ku, li pê nivsandineke fermî ji aliyê Wezareta Şarewaniyên Iraqê ku hatiye şandin bo şarewaniya giştiya parêzgeha Selahedîn, tê de biryara cudabûna şaredariya Xûrmato ji parêzgeha Selahedîn daye û niha wek şarewaniyek serbixwe têkilî li gel tê kirin.

Herwiha got jî: “Ev biryar ne yasayî ye ji ber bêyî ku li encûmena şarwaniya Xûrmato vegerin biryar der kirine, û ev pêngava pêşiye jibo avakirina parêzgeheke serbixwe li Xûrmato”

Berî niha jî di serdema hikûmeta serokwezîrê Iraqê yê berê “Nûrî Malikî” de hewlekî mezin hebû ku Xûrmato bikin parêzgehek serbixwe lê kurdên Xûrmato li dijî vê yekê rabûn ji ber ku ew bi tenê di xizmeta Turkumanên Şîaa de tê der.

Basnews
Top