Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan di hemû waran de têkeliyên xwe bi Rusiyayê re pêş dixe
Di destpêka merasimê de, Bagdanov di peyvekê de behsa mana Mistefa Barzanî yê nemir û hevalên wî li Rusyayê û têkeliyên dêrînên navbera her du gelên kurd û rusî kir û tekêd li ser bihêzkirin û berfirehkirina wan têkeliyan kir.
Pişt re serokê kompaniya Gazprom di peyvekê de behsa kar û xebatên xwe yên di warê neftê de li deverên cudayên herêma Kurdistanê dikin, kir û got ku, giringiya têkeliyên êkonomî ji giringiya têkeliyên di warên din de nekêmtir e. Wî got ku dîroka gelê Kurdistanê gelek bala gelê Rusiyayê kêşa ye.
Li dor çapkirina kitêba navborî jî, serokê Gazprom got: Dema serokê herêma KurdistanêMesûd Barzanî serdana Moskovayê kirî, me gelek belge û dekoment li ser dîroka Kurdistanê dîtin û me biryar da wan di çarçoveya kitêbekê de çap bikin. Pirojeyê me yê bê jî amadekirina ensklopediya dîroka kurd û Rusiya û filmekî dekometarî ye.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di vê merasimê de peyvek pêşkeş kir û tekîd li ser xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên navbera Rusiya û Kurdistanê di hemû waran de kir.
Ev li jêr teksta axavtina serokwezîr:
Cenabê serok
Amadebûyên birêz
Roj baş
Gelek bi germî bixêrhatina birêz Mîxayêl Bogdanov nûnerê taybetiyê serokê Rusiyaya federal bo karûbarên Rojhilata Navîn û cîgirê wezîrê derve yê Rusiyayê, birêz Eleksender Diyokov serokê kompaniya Gazprom û şandeya pê re û birêz Yurî Sentorîn cîgirê wezîrê enerjiyê yê Rusiyaya federal dikim.
Hevalên birêz
Gotineke rusî heye dibêje: ka çawa per Tawis ciwan dikin, iha wisa kultur û rewşenbîrî mirovî ciwan dike. Ez kêfxweş im ku. Îro digel we yên birêz beşdariyê di merasima danenasîna kitêba (Niştimanî Dastan: kulturî kurdî le çawî tiwêjeranî rusî) dikim.
Ev merasim nîşana wê yekê ye ku, Rusiya û herêma Kurdistanê dixwaz in têkeliyên wan berdewam bin û têkeliyên kuturî bihêz bikin. Kultur zimanê gelan e û wesîleya teşwîqkirina hevgirtin, diyalog û hevnaskirinê ye. Kultur tebîrê ji resenatiya mirovatiyê û binyatdanan pira zaniyarî, damezrandin û mokimkirina kelha zanistê dike. Ev kitêb, kitêbeke gelek bi qîmet û buhaye ji ber ku ji tev wêne û dekomantên dîrokî ku ji aliyê rojhilatnasên rusî li ser kurdan hatine komkirine û li akademî û muzexaneyên Rusiya bi awayekî baş hatine parastin pêk tê, ev kitêb dîrok û kultura kurdî zengîntir dike.
Ez bi anvê gelê Kurdistanê sipasiya wan hemû aliyan dikim yên ku, ji bona berhemanîna vê kitêbê zehmet dîtiye, em sipasiya Akademiya Destnivîsên Rojhilatnasî û Akademiya Lêkolînên Rojhilatnasî dikin ji bo amadekirina vê kitêbê, herwesa bi taybetî sipasiya kompaniya Gazprom dikin ji bona vê însiyatêvê û çapkirinê vê kitêbê.
Amadebûyên birêz
Eger bi awayekî giştî Ewropa cîyê rojhilatnasiyê be, hîngê cîyê lêkolînên kurdnasiyê Rysiya ye. Dewleta Rusiya ji ber nêzîkatiya wê ji cografiyaya Kurdistanê, karî her zû têkeliyên bihêz digel gelê Kurdistanê dirust bike. Em dizanin ku rojhilatnasiyê li Rusiya dîrokek dêrîn heye û hijmareke ber bi çav ji wan rojhilatanasan li beşa lêkolînên kurdî û li Ewropa kar kiriye, ew xelkê welatê Rusiya ne û derçûyên akademiyên wî welatî ne.
Diplomatkarekî weke Vlademir Mînorskî ku, rewşenbîrên kurd wî baş nas dikin, destpêka sedsala borî li ser cografiya û dîroka Kurd gelek xebatên giranbuha kirine. Yan jî Mîxayêl Lazarev her ji destpêka sedsa 19ê heta wefat kirî li ser doza kurdî xebitiye û karnameyên zansitî nivîsîne.
Ji bo me kurdan şanazîye ku rojhilatnasekî weke Mînorskî , 101 sal beriya nuha, di sala 1914ê de behsa dîtina Adîlexanim li Helebce bike û pesna qedirgiritn û mêvandariya wê jina kurd bike.
Hûn dizanin îro Helebce li jêr sîbera berxwedana xelkê bişerfê bajêr û xebatên cidî yên hikûmeta herêma Kurdistanê wîlayeteke giring ya herêma Kurdistanê ye. cîyê şanaziyê ye Mînorskî behsa hindê bike ku, jina kurd mil bi milê mêran di hemû serdeman de û di hemû karûbaran de hevbeşa mêrî bûye.
Tesîra helbest û edebiyata kilasîk ya rusî li ser rewşenbîr, helbestvan û nivîskarên kurd nekême. Gelek ji berhemên rusî bo ser zimanê kurdî hatin wergerandin. Helbestvanê mezinê kurd mamoste Ebdula Goran di gelek helbestên xwe de bi ecêmayî behsa Rusiya û şoreşa mezina Rusiya dike û destkeftiyên wê şoreşê bilind dinirxîne. Tevî vêna jî, hijmarek ber bi çav a kurdan li komarên Yekêtiya Soviyeta berê hene ku ev çend sedsalin li wirin û kultura bav û kalên xwe parastiye.
Ez bi pêwîstî dizanim li vir daxwazê ji mamosteyên zanîngehan, beşa dîrok û edebiyat û herwesa akademiyên kurd bikim ku, li ser wan destnivîsan ku milkê Kurdistanê ne û serweteke neteweyî ne li muzexaneyên rusî parastîne bi cidî lêkolînên zanistî li ser bikin.
Pêwîste nifşê nû yê Kurdistanê wî mîrasê neteweyî nas bike û em jî bi awayekî erênî fêdey ji wî mîrasê kulturîyê xwe werbigirin û ji bona pêşkeftina Kurdistanê bikarbînin. Em, parastina buhayên xwe weke bingehek ji bona pêkvejiyana bi aşitî, lehevguhertina kultur û êkonomiyeke azad dizanin.
Ji bona parastina kultur û pêkvejiyana bi aşitî û buhayên din yên mirovatiyê, em dixwaz in îstîqrara herêma xwe biparêzin û ev yek jî bêy mêxasî û azayetiya pêşmergeyê me ku îro bêwestan bergiriyê ji ax û gelê Kurdidstanê dike, çênabe. Em destxweşiyê li yek bi yek pêşkergeyna dikin, ji vêr silavan jê re dişînîn, em wan dilrehet dikin ku, li ser piştevanîkirina wan heta serkeftinê berdewam dibîn. Cîhana azad li ser hevkarîkirina pêşmerge di cenga dijî teror û tariyê berdewam dibe.
Em tîkeliyên dîrokiyên navbera Rusiya û herêma Kudistanê bi giring dizanin û dê wan têkelityan parêzîn û di warê siyasî, êkonomî û kulturî de, ji bona berjewendiyên her du gelên Rusiya û Kudistanê, xuertir bikin.
Careke din sipasiya amadekarên vê merasimê dikim û hêvîdar im kultur weke çekek nerim ji bona aşitî û avakirina civakek şaristanî ku, li ser bingehê lêhevtêgihiştin, peyndakirina jiyaneke pir qîmet û edalet ji bo tev civakên vê cîhanê pêkbê, bê bikaranîn.
Gelek sipas
17.05.2015
