• Wednesday, 18 February 2026
logo

Gaz Prom dê veberhênanên zêdetir li Herêma Kurdistanê bike

Gaz Prom dê veberhênanên zêdetir li Herêma Kurdistanê bike
Nunerê taybetî yê Serokê Rûsyayê yê bo karûbarên Rojhilata Navîn Mîxaîl Bogdanov ragihand ku, pilanên wan hene ku veberhênanên zêdetir li Herêma Kurdistanê bikin.


Duh yekşembe danê êvarî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Nunerê taybetî yê Serokê Rûsyayê yê bo karûbarên Rojhilata Navîn Mîxaîl Bogdanov û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, şanda mêvan tekez li ser pêwendiyên dîrokî di navbera herdu gelên Kurd û Rûsya de kir û daxwaz kir ku pêwendiyên wan bi taybetî di warê aborî û kiltûrî de zêdetir pêş bikevin .

Piştre Serokê şirketa Gaz Prom kurteyek derbarê kar û çalakiyên şirketa xwe li Herêma Kurdistanê kir. Herwiha tekez kir ku , pilanên wan hene ku veberhênanên zêdetir li Herêma Kurdistanê bikin.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê kêfxweşiya xwe nîşan da ku Rûsya amade ye pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê zêdetir pêş bixe.

Top