Serok Barzanî li gel Fermandeyê Fermandeya Navendî ya hêzên Amerîka civiya
Li hevdîtinê de pêşhatên dawî yên serbazî û meydaniyên parêzgeha Enbar û bajarê Rumadî û her wiha rewşa mirovî ya koçberên parêzgeha Enbar û tehdîd û hereşeyên terorîstan ya ji ser hemwelatiyan xistin ber behs û guftûgoyan û tekez li pêwîstiya têkşikandin û ji navbirina terorîstan û derxistina wan ya ji hemû navçeyên dagîrkirî kirin. Her li vê kombûnê da asta hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Amerîka û hevpeymanan bilind hate nirxandin û Fermandeyê Fermandeya Hêzên Amerîka palpiştiya tevahiya Amerîka ji bo hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê li şerê terorîstan da dûpat kir.
Nirxandina rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna hêzên Pêşmerge û terorîstan beşekî dinê vê kombûnê bû û Serok Barzanî wê yekê xisterû ku li şerê dijî terorîstan û li dûrkirina hereşeyan da gelê Kurdistanê baweriyeke tevahî bi hêzên Pêşmerge û palpiştiya dostên xwe heye.
Serdana Serok Barzanî ya Amerîka û berfirehtir kirina peywendî û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Amerîka mijareke dinê vê civînê bû.
Hêjayî gotinêye li vê kombûnê da Serokê Hikûmet, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Wezîrê Pêşmerge û Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Birîkarê Wezareta Pêşmerge û Ce'fer Şêx Mistefa û Ferîq Şêrwan Ebdulrehman û Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn.
