Akdogan: Çi ji kurdan re hatibe kirin ji aliyê AKPê ve hatiye kirin
Li Tirkiyê pêvajoya hilbijartinan her ku diçe germtir dibe û zimanê propagandayê jî her ku diçe tûjtir dibe.
Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê û alîkarê Serokê Giştî yê AKPê Yalçin Akdogan, duh li navçeya Cîhanbeyli ya Konyayê tevlî mîtînga partiya xwe bû.
Yalçin Akdogan di mîtîngê de axaftinek kir û herî zêde li ser mesela kurd û HDPê sekinî.
Akdogan diyar kir ku çi tiştên ku ji bo kurdan hatibin kirin hemû ji aliyê AKPê ve hatine kirin, HDP û PKK tenê tehdîd dikin û wiha got:
“Dewlet xizmetê dike rêxistin (PKK) tehdîd dike. Dewlet gel himêz dike û mafên wan diparêze lê rêxistin rêya wan dibirre û dikanên wan dide girtin.”
Li gorî Akdogan, HDP bi tehdîdkirin û tirsandinê dengan kom dike û lîsteyên hilbijartinên HDPê jî ne ji aliyê Demîrtaş ve lê ji aliyê PKKê ve tên amadekirin.
Wî rayedarê tirk anî ziman ku PKK bûye bela li ser serê kurdan û wiha axivî: “Ev rêxistin bûye bela li ser serê kurdan. 44 hezar kes di rûyê we de jiyana xwe ji dest dan, di rûyê îdeolojiya we ya nexweş de. Dixwazin AKP nemîne, ma gelo dema AKP nemîne pêvajo dê bimîne? Ma CHP û MHP dê pêajoyê bidin meşandin?...”
Li ser tiqûfkirina kamyonên ku par li bajarê Edeneyê bi tohmeta ku çek û cebilxanê dibin DAIŞê re hatibûn girtin jî Akdogan got, yên ku ew kamyon dan tiqûfkirin, xiyanet li Tirkiyê kirin.
Rudaw
