• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsya û şanda li gel civiya

Serok Barzanî li gel Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsya û şanda li gel civiya
Duh yekşem 17.05.2015 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Mîxayil Bugdanov Nûnerê Taybetî yê Vladimir Putin Serokê Rûsya yê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa û şandekî li gel kir ku ji Aleksander Dîokov Birêveberê Kompanya Gazprom a Rûsî û Cîgirê Wezîrê Uzeya Rûsya û Balyozê Rûsya li Iraq û Konsolê Rûsya li bajarê Hewlêrê û hejmarek berpirsên siyasî û aborî û her wiha hejmarek akademî yên li warê dîrok û kultûrî ya Rûsya pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsya silavên Serok Putin bi Serok Barzanî ragihand û her wiha behsa rola Pêşmerge û gelê Kurdistanê ya li şikestdana terorîstan û pêkanîna aramiyê kir û eve jî xisterû ku serdana wan serdanekî siyasî û aborî û kultûriye û mebest jê berev pêşbirina peywendiyên di navbera her dû aliyan yên li warên cûda cûda de. Nûnerê Taybetî yê Serok Putin balkişand li ser peywendiyên kevnarê di navbera gelê Kurdistan û gelê Rûsya û her wiha hewldana Rojhilatnasên Rûsan ya ku arşîvekî bê wêne di derbarê Kurdistanê de kom kirine û kitêbek bi nanê "Niştimanê Efsaneyan" amade kirine û pêşkêşî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê dikin. Her wiha balkişand li ser peywendiya dîrokiya Rûsya û tevgera rizgarîxwaza Kurd û ronahî kir ku piştî hatina Barzaniyê Nemir û yawerên wî ew peywendî kûrtir bûye û zêdetir têkeliya xelkê Kurdistanê û Rûsya pêkhatiye û ji bo peywendiya di navbera her dû aliyan de bûye bingehekî bi hêz. Şanda mîhvan daxwaz û amadehiya welatê xwe nîşan dan ku li warên aborî û neft û kultûr û perwerdeyê de hevkar û yarmetîderê Herêma Kurdistanê dibe.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û spasî akademîsyen û zanayên Rûsî kir ku dîroka gelê Kurdistanê arşîv kirine û parastine û her wiha pêşwazî jî li berev pêşveçûna peywendiyên di navbera her dû aliyan yên li warên cûda cûda de kir. Serok Barzanî balkişand li ser dîroka peywendiyên di navbera gelê Kurdistan û Rûsyayê û tekez li berdewamiya dostayetî û nêzîkiya wan dû gelan kir.

Her li vê kombûnê da tehdîd û hereşeyên terorîstan ya li ser cîhan û navçeyê û serkeftinên Pêşmerge li şerê terorîstên Da'îş û rewşa siyasiya navçeyê û Sûriye xistin ber behs û guftûgoyan. Nirxandina peywendiyên aborî û neft û her wiha asta peywendiyên kultûrî û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Rûsya mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Hêjayî gotinêye piştî vê kombûnê Serok Barzanî serdana wê pêşangeha fotografî kir ku ji aliyê kompanya Gazproma Rûsî di derbarê dîroka gelê Kurdistanê de hatibû pêşandan kir û paşê jî li hola Şehîd Mamosta Se'ed Beşdarî wê rêwresmê bû ku ji aliyê kompanya Gazproma Rûsî û ji bo pêşkêş kirina kitêba dokumentî ya Niştimanê Efsaneyan hatibû saz kirin bû ku berhemê karê dîroknas û Kurdnasên Rûsan bû.​
Top