• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rêjîma Îranê kolberekî Kurd kuşt

Rêjîma Îranê kolberekî Kurd kuşt
Beriya çend rojan li deberên sînorî ya bajarê Bokan ya Rojhelatê Kurdistan`ê grûpek kolberên Kurd ketin ber destdirêjiya guleyên Artêşa Pasdaran ya Komara Îslamî ya Îran`ê û di encam de kolberekî Kurd bi navê Mecîd Tahazade yê temen 42 salî jiyana xwe ji dest de.

Ew kolberê Kurd bavê 3 zarokan e û ew jibo dabînkirina debera jiyana malbata xwe karê veguhastina kelûpelan li ser sînor dike, ku herî dawîn di encama teqekirina Artêşa Pasdaran de jiyana xwe ji dest da.

Eve di demekê de ye ku, salane bi dehan kolberên Kurd li ser sînor bi guleyên Artêşa Pasdaran yan Artêşa Turkiye têne kuştin.

Xendan
Top