Barzanî ligel serokên partiyan civîneke girîng lidar dixe
Berdevkê Polîtburoya Tevgera Îslamî, Ebdullah Wertî ji Rûdawê re tekez kir ku, sibe Barzanî wê ligel partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê bicive û da zanîn ku, ji aliyê partiya wî Rêberê Giştî Îrfan Elî Ebdulezîz wê tevlî civînê bibe.
Derbarê naveroka civînê, Ebdullah Wertî wiha got: “Bi giştî civîn bo gotûbêjkirina pirseke girîng mîna pêşeroja Kurdistanê û şerê girtina Mûsilê de. Herwiha nakojiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.”
Wertî wiha domand: “Ev civîn dibe sedemek bo parastina yekrêziya niştimanî û neteweyî.”
Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Hîwa Mîrza Sabir ragihand: “Bo civîna sibe ligel Serokê Herêma Kurdistanê, Sekreterê Giştî yê partiya me, Mihemed Ferec wê amade bibe. Ji ber ku ji me re gotine tenê wê serokên partiyan di civînê de amade bibin.”
Li gorî agahiyên Rûdawê, di civîna sibe de, wê Kosret Resûl wek cîgirê serokê Herêma Kurdistanê di civînê de amade bibe, ne wek nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK).
Barzanî roja 3yê vê mehê çû Amerîka û 5ê mehê ligel Serokê Amerîka Barack Obama ûcîgirê wî Joe Biden civiya.
Piştî civînê jî ragihand ku, civîna wan pir serkeftî bû. Barzanî 7 rojan li Amerîka ma û li wir di çend civînan de amade bû. Piştre serdana Ewropayê kir û çû welatê Mecaristan û Komara Çekê.
rudaw
