Benenson Strategy:HDP dê Benda Hilbijartinan derbaz bike
Li gor encamên rapirsiya Grûpa Benenson Strategy ya Navdewletî, rêjeya dengên partiyên siyasî li Turkiye dê bi vê awayî be:
- Rêjeya dengên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) dê ji sedî 37 be.
- Rêjeya dengên Partî Komarî Gel (CHP) dê ji sedî 30 be.
- Rêjeya dengên Partiya Netewperest ya Turkiye (MHP) dê ji sedî 14 be.
- Rêjeya dengên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) dê ji sedî 10 be ku, bi vê awayî HDP`ê dê Benda Hilbijartinan li Turkiye derbaz bike.
Li gor heman rapirsiyê di heyvên Çile, Sibat, Adar û Nîsanê de,
- Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ji sedî 4 rêjeya dengên xwe kêm kiriye.
- Partî Komarî Gel (CHP) ji sedî 4 rêjeya dengên xwe zêde kiriye.
- Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ji sedî 11 rêjeya dengên xwe zêde kiriye.
- Partiya Netewperest ya Turkiye (MHP) tu guhertinek di rêjeya dengên wê deçê ne bûye.
Jêder: gazetebitlis
Xendan
