• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hisên: Çekên amerîkî nêzîk dighin Pêşmergeyan

Hisên: Çekên amerîkî nêzîk dighin Pêşmergeyan
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê radighîne ku dê “nêzîk” çekên amerîkî yên “cureyî” bighin dest Pêşmergeyan, ji wê yekê jî “piştrast” e.

Fûad Hisên di daxuyaniyekê de ji bo rojnameyeke erebî radighîne ku “Ez naxwazin derbasî nava hûrgiliyan bibim, ka dê çek bi rê yan rezamandiya hikûmeta federal bê yan na, lê tiştê ku ez dikarim piştrast bikim ewe ku, çek dê ji Amerîka bo Pêşmergeyan bê, ew jî çekek cureyî ye.”

Hisên balkişande ser ecindeyên serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya bo Amerîka û wiha aşkere kir “Bernameya gotûbêjên ligel berpirsên îdareya Amerîka ji: Avakirina dewleta kurdî ya serbixwe, diyarkirina sînorên Herêma Kurdistanê, şerê kurdan li dijî rêxitsina DAIŞê, proseya rizgarkirina Mûsilê ji terorîstan û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê pêk dihat.”

Navborî ew serdan bi “gelek serkeftî” daye zanîn û amaje kir jî ku “berpirsên amerîkî têgehiştî ne ji rewşa herêm (Kurdistanê) di şerê xwe li dijî rêxistina DAIŞ a terorîst de.”

Di wê serdanê de Barzanî daxwaz ji îdareya Obama kiribû ku bi awayekî rasterast çekên giran pêşkêşî Pêşmergeyên Kurdistanê bikin, derbarê helwesta Amerîka ji vê daxwazê Fûad Hisên wiha got: “Em piştrast bûn ku Serokê Amerîka û îdareya xwe ji rewşa me têgehiştî ne (…) Hêzên Pêşmerge jî bi hêzên qehreman wesif kirine.”

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar nekir ku dê kengî ew çekên amerîkî bên şandin û wiha berdewam kir: “Em piştrast in ku dê nêzîk çek bighin me, ew jî çekên cureyî ne, ev ne tenê sozek bû ji îdareya amerîkî, ew ji rewşa me têgehiştî ne û sozên xwe jî pêk tînin.”

basnews
Top