Balyozê amerîkî: Serdana Barzanî girîng bû
Stuart Jones ji Rûdawê re piştevaniya Amerîka ji bo Herêma Kurdistanê dubarê kir û got, serdana Mesûd Barzanî ya Washingtonê gelekî girîng bû.
Balyozê Amerîkayê yê Iraqê destnîşan kir, Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê serkeftinên girîng bi dest xistiye û ji ber vê yekê jî Amerîka dê bo Herêma Kurdistanê alîkariyên leşkerî bidomîne.
Jones derbarê alîkariyên Amerîka ji bo Iraqê kirîn wiha got:
“Di meha pêşiya me de Amerîka dê ji bo Iraqê hezar roketên ji cureya mt4ê bişîne. Herwiha di 48 saetên dawî de li Enbarê hêzên hevpeymaniya navdewletî 24 êrişên asmanî pêkanîn. Ji xeynî van perwerdeya leşkerî dan ji ewlekariya Iraqê 10 hezar kesan. Nêzîkî hezar suneyan jî hatin perwerdekirin.”
Stuart Jones da zanîn Koşka Spî, ji bo ku mijarên aborî, leşkerî ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Ciburî gotûbêj bikin ew fermî vexwendiye.
Rudaw
