Li Sine peykera “Pêşmergeyê Misilman” hat danîn
Li Rojhilatê Kurdistanê, ew kesên ku tevlî hêzên Besîc (milîs) û Pasdaran ên Îranê dibin dibin ji aliyê dewletê ve wek “pêşmergeyên misilman” tên binavkirin.
Ev çend roj in li bajarê Sine konferansek bi navê “Konferansa Pêşmergeyên Misilman” tê sazkirin, konferans dê sibê xilas bibe.
Îro jî li Meydana Zeferiye ya bajarê Sine peykera “Pêşmergeyê Misilman” hat danîn. Perdeya li ser wê peykerê dê sibê bi merasimeke fermî were rakirin.
Rudaw
