• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amerîka û Rûsya qonaxa “piştî Esed” gotûbêj dikin

Amerîka û Rûsya qonaxa “piştî Esed” gotûbêj dikin
Rûsya û Amerîka dest bi gotûbêjên qonaxa piştî Serokê Sûriyê Beşar Esed dikin, ligel derketina amajeyên ku şerê ev 4 salin li wî welatî “yekalîker” dibe li dijî Esed.

Rojnaeya “The Times” a Brîtanî di raportekê de ku îro, 16ê Gulanê, belavkiriye dibêje, raporên îstixbaratî amaje bi serkeftinên grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyê di şer û peçûnên vê dawiyê de dike, wan serkeftinan jî bi şikestin û qeliskkrina “dektatorê” Sûriyê dide zanîn.

Tevî ku di civîna heftiya borî di navbera Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, navborî tekez li ser piştgiriya welatê xwe bo Esed dupat kiribû, lê niha her du alî gehiştine baweriyekê ku şerê li Sûriyê gehiştiye xaleke “yekalîker”, gotûbêjkirina qonaxa piştî Esed jî bûye “pirseke” girîng a rojevê.

Çavkaninê amerîkî jî amaje bi wê yekê dikin ku, ev pirs bi wê wateyê tê ku Tehran yan jî Mosko mafê pênaxwaziyê bide Esed.

Ji aliyê xwe ve, Brîtaniya piştgiriya hewlên dîplomastî yên bêhtir ji bo “veguhesyina aştiyane” ya desthilatê li Şamê dike, dema ku ew derfet were.

Di 4 salên krîza Sûriyê de ew welat bûye 3 parçe, parçeyek ji rejîmê re, parçeyek ji mixalefetê re û parçeya din jî di dest grûpên radîkal de ye, lê di heftiyên dawiyê de karînên hêzên hikûmeya Sûriyê gelekî qelis bûn, pştî serkeftinên ku mixalefetê bidest xistine, ev yek jî egerên çûna Esed bêhtir dike.

Çend berpisrên îstixbaratî yên amerîkî jî dibînin ku, şikestinên vê dawiyê yên hêzên hikûmeta Sûriyê, amaje ne bo nêzîkbûna “xaleke yekalîker bo Esed.”

Herwiha diyar dikin ku “Eger pêgeha Esed bi awayekî berçav xirab ber bi xirabiyê ve diçe, pêwîste Mosko û Tehran -piştgirên wî yên sereke- li helwsta xwe vegerin.”

Heta niha ti guhertin di helwesta Rûsya û Îranê de derbarê Esed de çênebûye, lê Wezareta Derve ya Amerîka hêvî dike ku piştî gotûbêjên heftiyên bên, dê her du welatên navbroî helwesta xwe biguherin.

Basnews
Top