Jina Davûtoglu: Di mîtîngan de neke qîreqîr!
Mîtîng û civînên partiyên siyasî yên Tirkiyê ji bo hilbijartinên 7ê Hezîrana îsal didomin.
Jibilî westandina fîzîkî ya lîder û rayedarên partiyan, dengê wan jî ji ber axaftina zêde dikeve.
Hefteya borî dengê Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Ahmet Davûtoglu pir ketibû ji ber wê jî di mîtîngan de qîreqîr dikir. Lê ev çend roj in dengê Davûtoglu baş bûye.
Hat zanîn ku jibilî dermanan, hevjîna wî Sare Davûtoglu jê re gotiye, di balafiran de dema ji bajarekî diçe bajarekî din bi yên derdora xwe re neaxive her wiha di mîtîngan de neke qîreqîr ji bo ku dengên te vehese.
Di meyaya Tirkiyê de ev nûçe wek “Jina Davûtoglu axaftin ji mêrê xwe re qedexe kir” hat dayîn.
Di hilbijartinên par ên şaredariyan de dengê serokwezîrê wê demê Erdogan jî ketibû ji ber wê jî nekarîbû tevlî mîtîngên du bajaran bibe.
Rudaw
