Kurd li Swêdê xwepîşandaneke mezin kirin
Welatiyên Kurd yên li Swêdê bo piştgîrî kirina Mehabadê xwepîşandan kirin.
Duh welatiyên Kurd yên ku li welatê Swêdê dijîn bo piştgîrî kirina xwepîşandanên bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî bajarê Mehabadê xwepîşandaneke berfire organîze kirin.
Di xwepîşandana han de ew kesên ku bûne sedema mirina keça Kurd ya bi navê Mihirnaz Xosrewanî bi tundî hatin şermezarkirin û hevdem welatiyên Kurd piştgîriya xwe jî bo xwepîşandanên Mehabad û bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin.
