Li Diyalayê Ereb xwe dixin Kurd
Ereb li Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê nasnameyên xwe diguherin û xwe dikin ji hozên Kurdî yên li wan navçeyan, da ku zevî di dest wan de bimînin û neyê dabeşkirin li ser Kurdên resen li wan deveran.
Endamê frakesyona Goranê di Parlementoya Kurdistanê de “Bêstûn Fayiq” ku ev kar bi “Diyaredeyek metirsîdar” wesif kir di yadaşkîda ku arasteyî Parelemento kirye û kopiyek jê gihaye BasNews, tê de hatiye ku bi sedan welatiyên Ereb di sînorê parêzgeha Diyala de diçin fermangehên dana regeznameyê li Xaniqîn û hin deverên din, navnîşana bênasînên xwe dugherin bo hozên Kurd li wan deveran.
Li gorî ku ew parlemntar ji BasNews re ragihand, sedema vê yekê ewe ku ew Ereb bi guhertina nasnameya xwe li Kurdistanê bi cîbibin û zevî û xaniyan bikirin.
Lê gorî dîvçûna BasNews Ew ereb dixwazin di navçeyên Kurdistanî dervî Herêma Kurdistanê navçeyên madeya 140, de bimînin û dema ku nasnameya Kurdî bi wan re hebe kes nikare zeviyan ji dest wan derxe û bide Kurdên resen xwediyên wan navçeyan.
Ji aliyê xwe ve Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî Dervî îdareya Herêma Kurdistanê “Nesrîn Seîd” ji BasNews re tekez kirk u, ev yek ji pilanê Erebên wan deverane, ku naxwazin zeviyên di dest wan de ku xwedanên wan yên resen Kurdin ji destwan biçin, lewma ew nasnameya xwe dikin Kurdî û ji sedemên vê pilana Ereban ewe bihêzbûna deselata Kurdiye li wan navçeyanm Ereb jî dixwazin bi guhertina nasnameya xwe berjewndiyên xwe biparêzin û zeviyên di dest xwe de winda nekin û ew zevî negihên xwedanên wan yên resen ku ew jî Kurdin.
basnews
