Bexdadî îslam ola şer e ne ya aştiyê ye
Ebû Bekir Bexdadî, di girtiyeke dengî nû de, ku duhî li ser rûpelên Facebookê yên alîgirên DAIŞê hatiye belavkirin, bi tundî êriş dike ser desthilatên Erebistana Siûdiyê û mela û bangxwazên erebên sunnî, ku bûne sedema koçberbûna xelkên sunnî bo navçeyên şîe û kurdan.
Bedadî di beşeke mezin ji gotara xwe de, daxwaz ji misilmanan dike ku berê xwe bidin navçeyên di bin destê DAIŞê û dibêje: “Ola îslamê ne ola aştiyê ye, lê belê ola şer e, ji ber ku di quranê de tenê carekê behsa rojiyê hatiye kirin, lê gellek caran behsa şer û cîharê hatiye kirin.”
Xelîfeyê DAIŞê di gotara xwe de êriş dike ser hevpeymaniya erebî li dijî çekdarên Hûsî li Yemanê û dibêje, ew ne xwediyê şer in û ti metirsiya wan li ser sunneyan tune ye.
Bexdadî jibilî ku gefa kontrolkirina Bexda, Kerbela, Sîna û Şamê û çend cihên din dike, herwiha amaje bi metrisiya li ser bajarê Reqe û Heleb dike beriya metirsiya li ser Mûsilê, ku bi gotina wî “neyar û dijmin” xwe kom dikin bi mebesta êrişê li ser DAIŞê.
Herwiha di dawiyagotara xwe de, behsa dîlên xwe jî kir û got: “Em we ji bîr nakin.”
Ev peyama Bexdadî di demekê de ye ku hatibû belavkirin, beriya çend mehan ew birîndar bibû û ji ber birîna xwe nema kare rabe, herwiha hinek ji dezgehên ragihandinê behsa wê yekê dikirin ku kesekî cihê wî jî girtiye.
Rudaw
