• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li wezîrê gehandinê yê hikûmeta Îraqê diek

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li wezîrê gehandinê yê hikûmeta Îraqê diek
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja pêncşemiyê 14.05.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Kazim Hesen Elraşid wezîrê gahandinê yê hikûmeta Îraqê û şandeya pê re kir û di civînekê de behsa hevkarî û hevahengiya navbera Bexda û Hewlêrê hat kirin.

Di civînê de ku, Mewlud Bawe Murad wezîrê guhastin û gehnadinê yê hikûmeta herêma Kurdistanê bi wekalet, amade bû, wezîrê gehanidnê yê Îraqê behsa kar û pirojeyên wezareta xwe yên di çarçoveya Îraqê de encam dide û hevkarî û hevahengiya navbera wezareta gehandin ya Îraqê û wezareta guhastiun û gehandinê ya hikûmeta herêma Kurdistanê de kir û got ku wezareta wî pilan hene bi awayekî baştir hevkarî û hevahengiyê digel saziyên peywendîdar û kompaniyên warê gehandinê yên herêma Kurdistanê bike.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got ku hikûmeta herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar bi kêfxweşî ve pêşwaziyê li hevkarî û hevahengiya navbera saziyên guhastin û gehandinê yên hikûmeta federaliya Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê dike û hikûmeta herêma Kurdistanê amdeye di vî warî de hemû hevkariyê bike.

Serokwezîr tekîd li wê yekê kir ku, tevî hebûna pirsgirêkên siyasyî navbera Hewlêr û Bexdayê, lê wezaretên xizmetgozarî dikare hertim hevkarî û hevahengî di navbera wan de hebe daku xizmetên baştir pêşkeşî hevwelatiyên herêma Kurdistan û Îraqê bikin.

Top