• Wednesday, 18 February 2026
logo

Holenda li ser alîkarîkirina pêşmerge berdewam dibe

Holenda li ser alîkarîkirina pêşmerge berdewam dibe
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja pêncşemiyê 14.05.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Jîniyan Hêns wezîra begiriyê ya Holendayê û şandeya pê re kir.

Di civînekê de, wezîra bergiriyê ya Holendayê got ku, li Hewlêrê pispor û şarezayên leşkerî yên arteşa Holendayê meşiq û rahînanên serbazî bi pêşmergeyê Kurdistanê dikin û hêzên pêşmerge bi awayekî serkeftî wan meşiq û rahînan timam diken û bi awayekî dilsozane karên xwe encam didin û li hember vê yekê kêfxweşiya xwe nîşan da.

Wezîra bergiriyê got ku, ji bona parastina axa Kurdistanê pêşmerge gelek şehîd û qurbanî dane û qedir û hurmetgirtina xwe ji wê mêrxasiya pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên şerê dijî terorîstan li berxwe didin nîşan da. Wê got ku ew rêxistina terorîstiya DAÎŞ ne bi tenê bo ser herêma Kudistanê metirsî dibînin, lê ew wê rêxistinê bo ser amniyeta hemû cîhanê weke metirsî dibînin. Ji bona binbirkirina wê rêxistina terorîstî Holendayê biryar daye li ser hevkarî û alîkarîkirian pêşmerge berdewam be. Ka çawa her di rojên yekemîn de Holendayê di çarçoveya hêzên hevpeymanan de alîkariya herêma Kurdistanê kir, niha jî dê li ser wê yekê berdewam be.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hember serdana wezîra bergiriyê ya Holendayê bo herêma Kurdistanê û peyvên wê yên bi qîmet ji bo pêşmergeyê Kurdistanê nîşan da û bi navê xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya civaka navdewletî bi aweayekî giştî û hikûmet û xelkê Holendayê bi awayekî taybetî kir ku her ji destpêka şerê dijî DAÎŞê hevkariya herêma Kurdistanê kir û berdewam dikin. Serokwezîr got ku pêşmergeyê Kurdistanê bi awayekî gelek baş wezîfeya xwe bi cî dike û ji bona parastina bingehên demokrasiyê, mafên mirov û ew azadiya cîhana azad bergiryê jê deike berxwedana pêşmerge berdewam dibe.

Barzanî got ku,raste rûberek berfireh ji axa Kurdistanê ji bin destê terorîstên DAÎŞ hatiye rizgar kirin û metirsî bi awayekî ber bi çav kêmbûne, lê hêşta dawî bi wan metirsiyan nehatiye, ji ber hidnê divê di warê însanî û leşkerî de civaka navdewletî li ser hevakriya herêma Kurdistanê berdewam be.

Serokwezîr sipasiya wan şareza û pisporên Holendayê yên meşiq û rahînan bi pêşmergeyê Kurtdistanê dikin kir û daxwaz kir ew meşiq û rahînan berdewam bin jiber ku di şerê dijî terorîstan de pêşmerge fêdeyeke mezin jê dibîne.


Top