• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Neftê Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Neftê Iraqê kir
Duh pênçşem 14.05.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Adil Ebdulmehdî Wezîrê Nefta Iraqê kir.

Li hevdîtinê de pêşhatên siyasiyên dawî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal xistin ber behs û guftûgoyan.

Her li vê kombûnê da Wezîrê Nefta Iraqê behsa naveroka wan kêşe û giriftan kir ku li navbera Hewlêr û Bexdayê de li holê daye, bi taybetî jî li meseleya neft da. Serok Barzanî jî spasiya Wezîrê Nefta Iraqê kir û hêvî xwest ku guftûgoyên li navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê de bigihe encamekî baş.

Top