• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî

Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî
Greva giştî ya ku li Rojhilatê Kurdistanê hatiye destpêkirin, berferehtir dibe, heta niha 8 bajar tevlî bûne.

Li ser bangewaziya çend çalakvanên sivîl û siyasî yên kurd li navxweya Rojhilatê Kurdistanê, serê sibeha duh, 14ê Gulanê, greva giştî destpêkirin, Mehabad û Sine yekemîn bajar bûn ku pêbend bangewaziyê bûne.

Li gor zanyariyên BasNewsê, destpêkê welatiyên her du bajarên Mehbad û Sine ji bo piştgiriya xwepêşanderê Mehabadê, îro bazarên xwe girtin, piştre jî bajarên “Şino, Merîwan, Bokan, Ormiyê, Pîranşar û Serdeşt” jî tevlî grevê bûn û welatiyên wan bazarên xwe girtin.

Şahidekî ji bajarê Mehabadê bo BasNewsê ragihand ku “Tevî ku hêzeke pir a ewlekarî ji bajarê Ormiyê hatine anîn û li Mehebadê cihgirtine, lê bajar bi temamî di grevê de ye û dikan û bazar hatine girtin û xelk pştgiriya xwe radighîne.”

Çavkaniyê got jî: “Hinek ji wê hêza ku anîne Mehabadê bi zimanê erebî diaxifin û guman tê kirin ku ji Libnanê bo srkutkirina xelkê hatibin anîn.”

Çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê di bangewaziya xwe de nivîsîme: “Ev greva giştî ya xelekên Rojhilatê Kurdistanê piştî yek heftiyê ji bûyerên bajarê Mehabadê û xwepêşandanên wî bajarî li ser daxwaza çalavkanên sivîl e û ti aliyekî yan partiyek li piştê nîne, ji bo piştgiriya xwesteka xwepêşanderên bajarê Mehabad û bajarên din ên Rojhilat e.”

Roja 7ê Gulanê û piştî şehîdkirina biguman a keça kurd (Ferînaz Xusrewanî), welatiyên Mehabadê bi girseyî rijiyane ser cadeyan û nerazîbûna xwe anîn ziman, piştîre hejmareke pir ji bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê tevlî Mehabadê bûn û xwepêşandan li darxitsin.

Hêzên ewlekarî yên Îranî jî bi hêzê rûbûriyê xwepêşandanên aştiyane yên bajarên Rojhilatê Kurdistanê bibûn, di encam de jî bêhtir ji 30 kesî birînar bûn (rewşa çendan ji wan metirsîdar e) û bi dehan xelk jî hatin binçavkirin.

Basnews
Top