• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Enkaweyê rewşa pêkhateyên Kurdistanê hate nirxandin

Li Enkaweyê rewşa pêkhateyên Kurdistanê hate nirxandin

Li Enkaweyê semînarek derbarê rewşa pêkhateyên Kurdistanê de hate sazkirin.

Duh li bajarokê Enkaweyê bi organîzatoriya navenda rewşenbîriya Sefiye li komeleya rewşenbîriya Keldan semînarek bo giftûgo kirin li ser rewşa pêkhateyên Kurdistan hate sazkirin.

Di semînara han de çendîn peyv û gotar derbarê pêkhateyên curbicur yên li Kurdistanê de û herwiha rewşa jiyana wan hatin pêşkêşkirin û behsa vê yekê hate kirin ku li gel destpê kirina êrîşên terorîstên DIŞIê ev pêkhateyên han rastî zererên mezin hatine.

Di berdewamiya semînara han de herwiha behsa çawetiya parastina maf û hebûna wan pêkhateyan jî hate kirin.

Top