• Wednesday, 18 February 2026
logo

Partiyên siyasî serdana Serok Barzanî bigirîng wesif dikin

Partiyên siyasî serdana Serok Barzanî bigirîng wesif dikin
Part û aliyên siyasî yên Kurdistanê dibêjin serdana Serok Barzanî gelek girînge û dîrokiye.

Duh part û aliyên siyasî yên Kurdistanê di daxuyaniyên cuda cuda de behsa serdana Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ya bo Amerîka û du welatên Ewrûpayî kirin.

Part û aliyên siyasî yên Kurdistanê di daxuyaniyên xwe de eşkere kirin ku ew serdana han serdaneke gelek girîng û dîrokiye û cudaye ji serdanên din yên berê ên Serok Barzanî jiber ku niha tê payîn ku li Rojhilata Navîn de guhertinên mezin werin kirin û Kurdistan jî navendeke bihêz ya wan guehrtinaye.
Top