Alîkarê Davûtoglu: Eger HDP bendê derbas bike xeter e!
Yalçin Akdogan îro li bajarê Çorumê yê Tirkiyê tevlî civîna partiya xwe bû û li ser pêvajoya çareseriyê û hilbijartinên parlamentoyê axivî.
Akdogan rexneyên tûj li HDPê kir û diyar kir ku HDP di bin siya PKKê de ye ji ber wê jî eger benda hilbijartinan derbas bike dê li ser demokrasiyê bibe gef û xeter.
Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê behsa bûyera 11ê Nîsana îsal a devera Tendûrekê ya Agirî jî kir û got, HDP li Agirî “terorîst” himêz kir û ji bo wan çalakî li dar xist û wiha axivî:
“Tu diçî wir û silavê didî wî kesê ku xwîn ji destê wî diherike. Eger tu bihêz bibî demokrasî bihêz nabe ji ber wê jî nabe HDP bendê derbas bike çimkî eger derbas bike xeter e.”
Yalçin Akdogan her wiha HDP bi tirsandina hilbijêrên kurd tohmetbar kir û got, tu mirovan tehdîd dikî, aloziyê derdixînî û rêya xelkê dibirrî paşê dibêjî min evqas deng bidest anî. Ma kî dê ji te bawer bike…
Rudaw
